1. Tekst

  2. Gotar

  3. Roza Metîna
  4. ÇAVDÊRIYA KOMA HELBESTÊ YA AMEDÊ (DÊRIKA ÇIYAYÊ MAZÎ)
ÇAVDÊRIYA KOMA HELBESTÊ YA AMEDÊ (DÊRIKA ÇIYAYÊ MAZÎ),çavdêriya,koma,helbestê,ya,amedê,dêrika,çiyayê,mazî

ÇAVDÊRIYA KOMA HELBESTÊ YA AMEDÊ (DÊRIKA ÇIYAYÊ MAZÎ)

A+ A-

 Roza Metîna

Me bi kelecanek her dem teze û ji dil dîsa dest bi amadekariyên bernameyek nû ya Koma Helbestê ya Amedê kiribûn. Vê carê em ê biçiyan cih û warê ku lê ji dayik bûbûm, Gundê Fitnê yê Navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê û me yê Helbestkar Şahîn Vûral ku ew jî ji Dêrikê ye bikira mêvanê bernameya xwe. Me yê berhema Şahîn Vûral a bi navê "Niqirîsk" binirxanda. Rojek berî bernameyê min û Mordem me yê hevdu piştî saet pêncan bidîta da ku em li ser bernameyê biaxivin. Ji ber ku wê rojê min û Gulîstanê jî soz dabûn hevdu da ku em biçin serdana jina têkoşer û berxwedêr ku zarokên wê di oxira têkoşîna doza kurd de jiyana xwe ji dest dabûn, Dayika Sakîne loma hevdîtina min û ya Mordem ma 11'ê şevê. 

Ez dema ji kar derketibûm ez li Gulîstanê geriyabûm da ku em biçin Dayika Sakîne bibînin. Min gelek dixwest wê bibînim lê wê rojê bûbû qismet. Mordem gelek li hêviya min mabû lê destên min zû ji Dayika Sakîne nebûbû. Dema min cara yekem Dayika Sakîne bi awayekî zindî dît kelecanê bi min girt. Ji aliyekî bextewar ji aliyekî jî xemgîn bûm. Dayika Sakîne ji me re behsa çîroka jiyana xwe kir. Di xetên rûyê wê de bîranînên ku dil di kûrahiyeke mezin dide avakirin, xuya dikir. Dema diaxivî bi baweriyek gewre hestên xwe rave dikir. Li dijî pirsgirêkên hatibûn meyandin û li dijî îktidarên keda mirovan her dikir qurbanê berjewendiya xwe, her serî hildida. Têkoşîna bi salan a hem li dijî zihniyeta baviksalarî hem jî li dijî îktidarê, di xetên rûyê wê de diyar dibû. Piştî sohbetek germ min û Gulîstanê me xatir xwest. Dawiyê li Mordem geriyam min diyar kir ku karê min qediyaye. Mordem westiya bû û derbasî malê bûbû. Lê piştî min telefon kir ew derbasî Parka Koşuyoluyê bû. Dema ez hatim Semta Ofîsê çavên min li mexezeyan ket û min xwest ku ji bo bernameya li Fitna Dêrika Çiyayê Mazî tiştekî hêsan bigirim. Min got hey Mordem sekiniye bila hinekî din jî bisekine. Bila sebra xwe bi sekinandinê kamil bike. Min şelwerek ji xwe re girt û ez derbasî Parka Koşuyoluyê bûm. Em li ser bernameyê axivîn û dawiyê derbasî malê bûm. 

Dema min ji dayika xwe gotibû em ê werin gund wê jî gotibû gerek hûn werin biîvê me biçînin. Min jî li ser koma watsapê nivîsandibû û gotibû weleh ger hûn bên gund em ê di destpêkê de biçin biîvê ca min biçînin. Hevalên di komê de gotin weleh macerayek nû li pêş me ye. 

Serê sibehê min çenteyê xwe amade kir û ez derbasî cihê xwe yê kar bûm. Êvarî saet di pênc û nîvan de em ê bi rê biketan. Ez saet di pêncan de ji kar derketim û min berê xwe da Parka Koşuyoluyê. Dema derbasî parkê bûm min telefonî Mordem kir û ez çûm ba wî. Hemîd Hewrewî, Mahir, Sema, Serhad li wir bûn. Min telefonî Dayika Fatma kir ew jî hat. Me yê Nûrcan û Hogir ji Çinarê bigirta. Piştî vexwarina çay û avê me berê xwe da Dêrikê. Di destpêkê de em çûn ber kuafura Nûrcan da ku em wê bigirin. Hevalên din li ber wesayetê sekînin ez çûm hundur kuaforê. Nûrcan bûk çê dikir. Keçek 8 salî porên wê zer çavên wê şîn û gelek xweşik bi cilên xwe yên Kurdî bala min kişand. Min xwest bi wê re wêne bikişînim lê wê nexwest. Min navê wê pirs kir. Nûrcan got navê wê Şerefdîn e. Min pir hewl da lê Şerefdîna wekî Guldexînekê delal û xweşik nehiştibû bi wê re wêne bikişînim. Piştre em derketin ber derî. Dayika Fatma kulîçe çê kiribû. Ez gelekî birçî jî bûbûm. Kulîçe gelek xweş hatibûn. Kûçikekî ku bêhna kulîçeyan girtibû jî hat gel me me hinek kulîçe da wî kuçikî jî. Min rahişt kulîçe berê bi serê Nûrcan da û got 'Tesediq dafî bela' û min da kûçik. Nûrcanê got 'Keçê ev çi bû'. Min got 'Keçê huş bila têkeve ber qeza û bela' û ez keniyam. Min ji wan re got 'Zêde zikê xwe tije nekin hîn em ê biçin tawa Dêrikê bixwin."

Em bi ken û coş derbasî wesayetê bûn. Vê carê Dayika Fatma ya ku gelek helbestên Cegerxwîn ji ber kiribû ji me re helbestek Cegerxwîn xwend. Piştre Mordem xwend. Ez rabûm ser linga û min got 'Divê her kes helbest, stran, zûgotinok, pêşgotin û hwd. bêjin. De baş e dora kaniyê dora te Hîkmet'. Hîkmet got 'Niha tiştek nayê bîra min. Bila niha dora kaniyê ya hevalekî din be. Dema hat bîra min ez ê bêjim.' Min jî got 'Weleh xelasiye we tune ye. Divê hûn hemû bixwînin.' Dema min wiha got Hîkmet jî keniya û got 'Tu wek zîloyê bi me re dizeliqe '. Baş e ku min bi hemûyan tiştek da gotin. Di wê kêliyê de bavê Şahîn Vûral, Sebrî Vûral li min geriya û got 'Ka gelo hûn li ku ne niha'. Min jî got 'Va ye me Şemrex derbas kir hindik ma'. Sebrî Vural jî helbestkar e û ji Dêrikê ye. Ew jî carekê bû mêvanê Koma Helbestê ya Amedê. Ji ber rêya Şemrexê dihat çêkirin rê xerabe bû. Heta em ketina nava Şemrexê em hinekî tengijîn. 

 

Baş e em bi sax û silametî gihaştin Dêrikê. Qîza meta min keman dabû min da ez wê bidim xwişka wê. Dema em hatin Dêrikê li ser rêya xwe min keman da wê. Dawiyê ez bi kelecanekê daketim da ku biraziyê xwe Bahoz û biraziya xwe Rosîda yên ji şekir şêrîntir jî bibînim û dayika xwe û birayê xwe jî bigirim. Reviyam çûm ber derî dayika min û birayê min Erhan derketin ber devê derî. Min got 'Ka Bahoz û Rosîda?'. Wan jî got'Çûn dawetê'. Kêfa min nîvcoyî ma û min ji wan re got 'Ma we yê ew neşanda dawetê'. Min dayika xwe û birayê xwe jî girt û piştre em çûn firneyê û me xwarin girt em derbasî dikana pîza ya xizmê Sebrî bûn. Me xwarina xwe xwar û piştre em derbasî gund bûn. Di wesayetê de min bi zorê bi dayika xwe jî stran da gotin. Dayika min a delal min neşikand. Yên li gund bi kêfxweşiyek mezin me pêşwazî kirin. Dayik, zarok, ciwan hemû kesî bi dilekî xweş me pêşwazî kirin. Me di destpêkê de çayek vexwar û piştre me dest bi şêwra xwe kir. Dema xalê min çayê belav kir û min girt min xwe hinekî ecêb hês kir. Tu carî min ji destê xalê xwe çay venexwaribû. Min hinekî jî fedî kir her çiqas tiştekî ku fedî bikim tune be jî. Min moderatoriya bernameyê kir. Min di destpêkê de behsa dîroka Dêrikê kir. Dema min behsa dîroka Dêrikê kir gotina Cegerxwîn a 'Min feyza xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî girtiye' jî bi lêv kir. Piştre min mafê axaftinê da Şahîn Vural da ku behsa çîroka xwe ya nivîsandina helbestê bike. 

Şahîn bi kelecana bernameya ji bo wî hatibû lidarxistin got 'Gotineke me Dêrikiyan heye dibêjin mala mirov dibistana mirov e. Ji bo bavê min eleqedariya wî bi xwendina pirtûkan re hebû û dinivîsand, bi rastî jî min ji xwe fedî dikir. Min digot, çawa bavê min weke karmendekî ewqas dixebite û pirtûk dixwîne û dinivîse, çima ez weke xwendevanekî zanîngehê nexwînim û nenivîsim. Bi vê boneyê dikarim bêjim min feyz ji bavê xwe girt û dest bi nivîsê kir.

 Ji bilî tesîra bavê min a ku xeyalên min xemiland û fireh kir çîrokên dayika min bûn. Di dema zarokatiya min de dayika min li ber serê min rûdinişt û bi çîrokan min dikir xewê. Ev jî di binhişê min de weke bingeheke saxlem bû.

 Dema bavê min û çend hevalên xwe dihatin gel hev, bi saetan behsa helbestvanê nemir Cegerxwîn dikirin û min di nav kûrahiya fikran de digevizandin. Dikarim bêjim ji xeynî feyzgirtina ji bavê xwe û çîrokên dêya xwe tesîra vê mijarê jî gelek li ser min çêbû û min di dema zanîngehê de dest bi nivîsandina helbestê kir.'

 

Gotina Şahîn a ca min ku di helbestên xwe de jî bi kar anîbû ji min re gelek xweş hat. Çimkî divê tu carî devok neyê jibîrkirin. Dawiyê Sebrî Vural derbarê berhema Şahîn de nêrînên xwe anî ziman. Sebrî jî got 'Ger lawê min ji min feyz girtibe ev cihê şanaziyê ye. Di qada helbestê de her pêşketin ji bo me girîng e. Em dixwazin her kes bi zimanê xwe helbestên xwe binivîse. Helbestvanî nexweşî ye. Ger mirov bi vê nexweşiyê keve nikare rizgar bibe."

Di bin dengê çirçirkan li gundekî dîrokî û bi dengê bê yê her ku diçû dijwartir dibû, şêwra me dewam dikir. Gelek kesên ji gund kom bûbûn bi baldarî guhdar dikirin. Xalê min jî di wê kêliyê pirsek kir û got 'Çima Niqirîsk?' Şahîn jî bersiv da û got 'Min carinan xwe bê siûd didît. Di wan kêliyan de her para min niqirîsk diket. Loma min kir niqirîsk'.

Dayika Fatma piştre dîsa ji me re helbest xwend û stran got. Wê dema helbesta Kobanê ya ji bo kurê xwe nivîsandibû xwend her kes hestiyar bû. Piştre Hogir mafê axaftinê girt û got 'Gotinek me Dêrikiyan heye dema saet di be donzdehê şevê dibêjin êdî em ê ji hev re rastiyê bibêjin. Em ê jî niha rastiyê bibêjin. Li gor min divê helbest hefrasê wê tune be. Di hinek helbestên te de dilê te bêtir bandor li ser mejiyê te kiriye. Tu di hinek cihan de qels maye û te fetisandiye. Lê hinek helbestên te yên ku bandorê li ser mirova dike hene." Mahîr jî diyar kir ku wî tehm ji helbestên Şahîn girtiye. Sebrî jî piştre helbestek ji bo hatina me nivîsandibû xwend. Hestên xwe xweş rave kiribû ji ber ku helbest ji bo me bû em kêfxweş bûbûn. 

Herî dawî min jî tiştekî ku bala min kişandibû anî ziman û got 'Te gotiye bizina dikeve menepozê. Lê bizin nakeve menepozê stewir dibe. Li gor te sitewir bi kar bianiya ew ê baştir ba'. Sebrî hewl da ku bersivê bide lê min got 'Bila bersiva vê yekê Şahin bide. Ji ber ku wî nivîsandiye'. Şahîn jî diyar kir ku wî ji bo balê bikşîne wiha nivîsandiye. 

Ba her ku diçû dijwartir dibû. Heta saet duduyê şevê em li ser dika ku gelek bîranînên min ên zarokatî lê zindî dibû rûniştin. Dema ez zarok bûm ca min ji min re gotibû ka biçe çaqmaq bîne û min jî bi wî çaqmaqî agir bi hejikên li ser sergo xistibû. Apê min Remzî ji ber vê yekê gelek çêr ji min kiribû. Ez hatibûm ser dikê min serê xwe xistibû bin betaniyê û tenê li çêrên apê xwe yên ji dûr dihat guhdar dikir. 

 

Piştî şêwrê me zebeş, hijîrê ku Sebrî ji Dêrikê anîbû û tiriyê xerzikê me yê gund da ber xwe. Heta duduyan em hişyar bûn. Dawiyê min got 'Hadê em razên. Sibehê em ê saet di şeşan de rabe û biçin Kela Rebetê'. Me livînê xwe danî û em razan, her çiqas me nedixwest em razên jî.  

Serê sibehê berî elerma min lêxe ez hişyar bûm. Min ba Nûrcan, Dayika Fatma û Sema kir. Dema rabûn diyar kirin ku ew xweşik ranezane xewa wan nehatiye. Min jî got 'Ez gelek xweş razam'. Dema ez rabûm xalojna min Zuleyhanê hevîr dikir. Min got qewet be. Wê got 'Ez ê hîn herim ji bo ava firingiya firingiya biçînim. Ka hûn jî nayên alîkariya min nakin'. Ez keniyam û min got 'Weleh diya min dibêje were biîvê me biçîne. Xalê min dibêje werin talî min garisa av bide. Tu jî dibêje were talî min firîngiya bi hev din. Wê demê em hefteyekê ji gund dernakevin'. Dawiyê ez çûm min ba yên din kir. Tenê birayê min Erhan hişyar bû. Wî berî biçim gazî yê din bikim li min geriyabû û pirsî bû ku ka ez hişyar im an na. Bi saya bernameyên Koma Helbestê ya Amedê min gelek cihên cuda dîtibû. Min ê Kela Rebetê ya ku li gundê me bû jî nû bidîta. Me berê çû hinek hijîr ji nav hoqê (baxçe)jê kir me xwar û em bi rê ketin. Me hinek av jî teva xwe bir. Hîkmet hinekî meşiya lê çavên wî nebirî ku were heta jor. Çimkî kele dûr û asê bû. Li ser girekî gelekî bilind bû. Hevalê Hemîd Hewrewî tevî temenê xwe yê mezin wekî xortê 18 salî dimeşiya. Berê dema min gazî wan kir min got gelo Hemîdê bikaribe were yan na. Dema ez û hevalê Hemîd bi hev re meşiyan çi ez neketim xwarê. Ez keniyam û min got 'Weleh min digot ka hevalê Hemîd ew ê bikaribe an nikaribe lê ya ku ket ez bûm'. Hevalê Hemîd çîrokhelbesta bernameyên Koma Helbestê ya Amedê gelekî xweş dinivîsîne. Min got 'Ka tê çîrokhelbesta vê bernameya me jî binivîse?'. Wî jî got ' Va ye min bendek amade kir jî'. Ez şaş mam û min got 'Hela ka ji min re bixwîne. Tu gelekî jêhatiye weleh'. Em hinekî rûniştin da bêhna xwe vedin di wê kêliyê de ji min re xwend û got:

 

 -Bo biçin Fitnê ketin rê, 

 şevbuhêrk çû wê derê. 

  Kal û pîr, xort û keçên wan 

  ta bi zarok rêheval. 

  Gul vekir ser sûretan 

  û dil ji kêfan bûne şad. 

 Sohbetê dest pê dikir 

  Roza Metîna da mecal.

Dema hevalê Hemîd ev ristena xwend hemû betilandina min derbas bû. Ji min re bû enerjî û min got 'Gelek xweş e. Hêza min zêdetir bû. Hadê em rêya xwe dewam bikin. Rêya me bi kaş û dirêj e. '

Tav hêdî hêdî derdiket dengê çivîkan û bayê hênik yê serê sibehê dilê me miz dida. Bi kelecana ku cara yekem ez ê Kela Rebetê bibînim dimeşiyam. Min kumê xwe yê ji bo parastina tavê xistibû serê xwe lê ji ber bê li serê min nediedilî. Debokê avê yê di destên min de jî min diwestand. Baş e Serhad gihaştibû gaziya min û hinekî wî hilgirtibû. Mordemê ku li dû min bû gihaştibû min. Ji bo bergên pirtûkên min a yekem û duyem divê me wêne bikişanda. Mordem got 'Wa ye tav hêdî hêdî ji paş zinarê derdikeve. Ka em biceribînin bê wêne çawa derdikevin. Dema Mordem wêne dikişand anî ziman ku serê wî gelekî diêşe. Nizanibû wê dawiyê di rêya nexweşxaneyan de biçe û bê.  Me çend wêne kişand û rêya xwe dewam kir.'

Heta em çûn kelê kezeb li me reş bûbû. Ji zû de histirî di nigê mi de ranebûbû. Hindik mabû em bigihêjin me kaşekî din jî derbas bikira em ê bigihaştan kelê. Nûrcan teqeta wê nema ku were jor. Lê em hilkişayan jor. Ji ber ku nêçirvanên gencîneyan gelek cihên kelê hatibûn xerakirin. Kele terkî qedera xwe hatibû kirin. Loma gelek xemgîn bûbûm. Gelek mezin bû. Dema mirov digeriya gelek pirs derbarê teşeyê avakirina vê kelê de di hişê mirov de diman. Kumê di serê min de ba lê xist û ket jêr. Me êdî nikaribû kumê min bigirta. Ez qêriyam û min got 'Kumê min çû'. Hogir jî hat û got 'Te kumê xwe xist min jî pantorê xwe çirand'. Me li ser kelê wêne, vîdeo girt û di cihekî wekî şikeftê de jî helbest xwend. Gelek bîr hebûn. Hevalê Sebrî got dibe ku ev sarinc bin. Li dûra jî dîsa cihekî ku gelek kevirên wê hatibûn hilweşandin hebû. Birayê min Erhan got 'Dibe wir cihên çavdêriyê bin'. Dema min wêne dikişand min digot 'Weleh şelwerê min gelek xweşik e'. Hevalê Sebrî jî li ser vê gotinê wiha got 'Wey tu xwe çavnokî neke'. Min got 'Na na ez xwe çavnokî nakim'. Piştre Sema got 'Hela li Nûrcan bigere ka bê çi dike li jêr'. Ez geriya lê şebeke tune bû. Hinek derbas bû şûnde Nûrcan li min geriya û got ' Ka hûn li ku man'. Min jî got 'Va ye em tên'. Ez gelekî li ber Nûrcanê ketibûm ji bo ku nehatibû jor. 

Em gelekî birçî jî bûbûn hew mabû me pelê tawan bixwara. Taw hîn kesk bûn çê nebûbûn. Dema min ew tawna dît, zarokatiya min hat bîra min. Me qinê tawa bi bilûrê diavêtin hevdu. Em ji kelê daketin û me rêya gund girt. Dema me li dû xwe dinihêrt em ecêb diman ku ka em çawa hilkişiyane heta jor. Em gelekî westiya bûn. Dema em nêzî gund bûn hevalê Hemîd jî bi lez dimeşiya. Min û Mordem me li hevdu nihêrt û em keniyan. Mordem got 'Hela binêre bê çawa destên xwe dihejîne û dimeşe. Wekî hespê rewan e'. Baş e me derek xwe neşikandibû û em gihaştibûn gund. Mala Belkiza yanî xalojna min ava be taştê jî ji me re amade kiribû. Me taştiya xwe xwar şûnde em bi rê ketin. Me xalê min jî danî ser erd û me rêya xwe dewam kir. 

Ev dora 10 salan bû ku ez neçûbûm Xaba Dêrikê. Lê bi saya vê bernameyê min ji deh sal şûnde xab jî dît. Dema me re diçû xabê şênkaya Zeytûnê Dêrikê dilê mirov mest dikir. Dema zeytûn ji xuya bûbû Mahîr got ‘Me berê ji zeytûnan tizbî çê dikir’ Berê em çûn xaba jêr. Em ketin nava ava hênik. Min hijîrek jê kir. Şahîn got 'Xwediyê van hijîran bibîne ew ê felekê çê bike'. Min got 'Tiştek nabe ev jî mafê dîtina çavên min be bila.' Piştre em çûn xaba jor em ketin nav xerzikekî me got em wêne bikşînin. Hevalê Sebrî got tiriyê vî rezî jê nekin. Min got çima. Wî jî got wey, ma çima yê xelkê ye. Weleh min guh nedayê û min gurşiyek tirî jê kir. Gelek bi ekil bû. Dawiyê yekî li ser motorê gazî me kir. Bawer im xwediyê rez bû. Qêriya û got 'Law hûn li nav rez çi dikin. Eyb e ji were. ' Em jî qêriyan û me got ' Em li vir wêneyan dikşînin.' Em ji nav rez derketin. Mahîr û Sema gotin 'Ji tirsa me tiriyê xwe avêt'. Min jî got 'Welleh min ê xwe neavêt min xwar. Gelek jî bi ekil bû.'

Em ê biçiyan Qesra Qenco jî lê ji ber ew ê negihaşta me jî berê xwe da Kela Zêrzewanê. Dema em hatin Şemrexê rêya Amedê ji ber çêkirina rê girtîbû. Loma em mecbûr man ku ji aliyekî din derbasî ser rêya Amedê bibin. Dema em gihaştin Kela Zêrzewanê di destpêkê de ji bo bêhnvedanê em li derekê rûniştin û me çay vexwar. Dayikek jî li wir bû. Me bi hev re sohbet kir. Digot berê gundê me li Kela Zêrzewanê bû li wir anîna avê gelekî dijwar bû. Ji ber ku tapuyê me tune ye em nikarin erdê xwe jî bigirin.'

Piştî hilkişandina Kela Rebetê êdî hilkişandina Kela Zêrzewanê bi me gelekî hêsan hat. Bûk û zava jî hatibûn kelê da ku mehra xwe li wir bibirin. Diyar bû ew jî wekî Koma Helbestê ya Amedê li macerayan digeriyan. Dema em çûn kelê Mordem got em li vir jî çend wêneyan ji bo bergên pirtûkên te bikşînin. Me çend wêne kişandin. Kela Zêrzewanê li gor a Fitnê hîn li ser hevdu mabû. Lê hîn jî ji bo Kela Rebetê ya terkî qedera xwe hatibû kirin xemgîn bûm. Heskîf û gelek cihên me yên dîrokî hatibûn hilweşandin. Hafizaya civakî jixwe her dem hedef dihat girtin. Ji bo înkarkirina hebûna gelekî nasnameya wî gelî divê bihata tunekirin. Dîrok jî nasnameyeke û mixabin her êrîş lê tê kirin. 

Piştî serdana Kela Zêrzewanê em dîsa li wesayeta xwe siwar bûn û bi awayekî westiyayî lê kêfxweş me berê xwe da Ameda delal û rengîn. 

 

12.09.2019 Amed