1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Çar (4) Kemal Kiliçdaroglu (Karabulut)
Çar (4) Kemal Kiliçdaroglu (Karabulut),çar,4,kemal,kiliçdaroglu,karabulut

Çar (4) Kemal Kiliçdaroglu (Karabulut)

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

A - Rastiya Eşîra Kuresu (Xurês) yê  Dêrsimê

Gele Derismê, Erzîncan hetanî tê digihîje Gimgimê, mezinên Kurêsûyan jî ji xwe re  „Kurêsû /Xurêsû“ dibêjin û vê peyvê bi peyva Xorezmê (Horasan) ve girê didin. Ti kes peyva „Kurêyşan“ bi kar nayne. Eger şaş nebim, ev jî afirandineke Kemalîstan e. Lê ti têkiliya peyva Kurêsû bi eşîra Ereban „Kurêyşan“ re  tine. Ev navê eşîra Ereban dû re, bi aliyê dewleta Tirk ve ji bo ku bikanin gel ji „RA HEQ“ biqetînin, di bin navê elewîtiyê de îslamîze bikin û li gel wê qaşo bi rêya Xorezmê (Horasan) bi tirkayetîyê ve girêdin, hatiye bikaranîn. Dagirkerên Tirk di nava eşîrê de ji % 90 bi ser ketiye.

 

Bingehê  peyva Kurêsû: 

Em bi çend angaştan vê zelal bikin. 

1 –  Peyva „Kurêsû ji du kîte û „ê“ ya kelijandinê pêk tê. Ji ber ku tîpa „K´“ ya di kîteya yekem a peyva „Kurêsû“ de tê bikaranîn tîpeke ezmanê nerm e, yanê wek „k“ ya di peyvên „kevir, kerî, kanî“ de ye, dibe ku ji peyvên „kur“ ku di hin devokên kirmancî û kirmancîkiya Dêrsimê de tê wateya „serî, tapik dîhar“ dibe ku ev kîte ya „kur“ ji wê hatibe. Mînak: „Kurê min dêşe!“ yanê serê min dêşe. Kîteya „sû /su(r)“ ji rengê sor tê. Yanê „serî sor“ Kesê bi zerahiya sor. Yanî dibe ku ev gotin şanenavê wî pêşiya Kurêsû be û navê wan ji vê reng û şanenavê wan hatibe. 

 

2 – Ji ber ku di zaravaya li Dêrsimê tê axaftin de ji çiyê re „ko“ dibêjin, lema hin angaştên ku vê kîteya „Kur“ bi „KO /kuwê /kurê ko“ yanê serê /lutke çiyan ve girêdidin û di wateya „Kurê Sûr“ yan çiyayê sor, yan jî serê çiyayên sor de bi kartînin jî, heye.

 

3 – Berê ji pîrên Kamil re „Kurêş“ dihat gotin. Hê jî di nava Yarsaniyan de hin pîrên kamil navê Kurêş li xwe dikin. Heta ji vir 50-60 sal berê dema pîrek bihata Zozanan, bi sez beyt bigota, xwerû jî Kirmanckî bigota, ji wî re „Kurêş“ digotin. Ji yê bi erbanê bihata û beytê li ser îslamê bigotana re jî Derwêş digotin. Ji ber ku Kuresû pîr bû, dibe navê Kurêsû ji wir jî hatibe.

 

4 – Di nava gel de bi aşikarî tê vegotin ku pîrek bi navê Kurêsû /Kurêş (Pîrê kamil) tê Baxîna ku gundeke Mazgirtê ye. Bi keçeke Lolanî re dizewice sê çar kurê wî çêdibin. Navê kurê wî yê mezin Heyder e. Ev eşîra Kurêsû tev de zarokên Kurêsû û wê keçika Lolan e. Hê îro jî hemû Kuresuyan ji Lolanan re „xalo“ dibêjin.

 

Mîtlojiya Heyder (Dizgin Baba) wiha tê vegotin: Allaatîn Keykubat Heyder û yekî davêje firinê, lê firin wan naşewitîne. (Di ti belgeyên dîrokî de lingê Allaatîn Keykubat li vê devera Dêrsimê neketiye.) Tê bawerkirin ku gora li ser çiyayê Duzgin Baba gora Heyderê kurê Kuresû ye.

 

Niha em werin çar (4) Kiliçdarogluyan 

 

Yanê Kiliçarogluyê (paşnavê wî yê orjîn: Karabulut) ji Bolciya Kîlîsekê /Dêrsim ye. (Bolciyê gundê kalên min e jî. Em Balan in, ew Kurêsu ne.) 

 

Berê Em vê bêjin. Her dewlet, hebe tinebe, berê ji xwe re bavek dibîne û li pey jî dîrokek li ser bingehê derew û lihevanînan diafirîne. Mînak: Hatanê şerê cihanê yê yekem, di dema Osmaniyan de ne dewleta Tirk, ne Iraq, ne jî Suriye hebû. Ji ber ku ew tinebûn, dîrok û çîroka wan jî tinebû. Ti kesî ji xwe re; „ez Tirk, suriyî û Iraqî me!“ nedigot. (Îro gelek Kurdên me yên başûr dibêjin „Ez Iraqî me!“) Îngîlîz û Fransizan ew dewletana çêkirine, wan dewletan jî „Hokus fokus ji tûr derxist derewên Ape Hus!“ Aha ji we re li cihê kêvroşka di fotêrê Apê Hus de; dîrok, wêje, ziman, rûmet, dad û û û  Tirk, Iraq û Surî! Lema Kiliçdaroglu jî kalê xwe biriya çengê Asyayê û aniye.

 

Kiliçdaroglu I: 

Ji ber ku Nijadperestên Tirk diroka Tirkan afirandine.  Kiliçdaroglu jî di nava mija vê dîrokê de mezin bûye. Wî û yên wekî wî komeke bi navê Kuresû /Kurêşan ji Xorasan ê li hespên sura derewan siwarkirine, anîne, li Akşehîra Konyayê danîne. Ji wir jî,  birine taaa li Dêrsim-Kîlîsekê bi cih kirine.

 

Wê çaxê divê mirov vê bipirse: 

 

1 – Di kîjan belgeya dirokî de vê dinivîsîne?

 

2 – Endamên eşîra Lolan jî, her dîrokzan jî dizane ku eşîra Lolan ji devera Lolan ya li başûrê Kurdisatnê hatiye û zarokên împaratoriye Lolo /Lulu ne.  Kuresuyê li ser Azarbeycan, Erzurim, Qeyseriyê re çûne Akşehîra Konyayê, çawa serokê wan kaniye keçek serokeşîra Lolan bibîne û bi wê re bizewice? 

 

3 – Çima Kurêsu ji Lolanan re xalo dibêjin?

 

 

Kiliçdaroglu II:

Eger Grêkan yanê Yunanan Anadolu di destê xwe de girtibana, Kurdistan jî weki Tirkan dagir kiriba û bişaftiba (asîmîle) Helenismusa xwe di mejiyên me de bidana rûniştin, Wê Kiliçdaroglu bigota: „Navê me yê rast ne „Kuresû“ ye, Kyriakos yan jî Kyrilus e, em ji Olimposê ne. Baweriya me jî ji baweriya Zeûs tê.

 

 

Kiliçdaroglu III:

Eger di cihê Tirkan de Ermeniyan Anadoluyê û Kurdistanê dagir kiribana, wek Tirkan dîrokek nû afirandibana, wê bîrdozêya xwe ya netewî bizorê zerkê mejiyê me bikirana. Wê Kiliçdaroglu bigota: „Navê Kuresû yê rast „Xuresu“ ye û ji navê Keşeyê Ermenî yê navdar û dîrokzan Xorenasî tê. Ermeniyê (Hayk) herî xas em in!“

 

 

Kiliçdaroglu IV:

Eger Kurdan dewleta xwe avakiribana, dîroka xwe û bîrdoziya kurdayetê kiribana pergala perwerdê. Wê Kiliçdaroglu bigotana: „Em ji nava Yarsanan tên, ji xwe zarava me û ya Hewreman (Yarsana) wek devokê yek zaravayekê ne. Di nava yarsanan de ji pîrê kamil re „Kuresû (Kurês)“ dibêjin. A ew pîrê kamil kalê me ne! Kurdên herî xas em in!“

Mixabin ku bi mîlyonan kesên wiha giyan mirî hene. A birîna me di vir de veşarti ye.