1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Çîroka Min û Romana Serwerê Med Aştiyago
Çîroka Min û Romana Serwerê Med Aştiyago,çîroka,min,û,romana,serwerê,med,aştiyago

Çîroka Min û Romana Serwerê Med Aştiyago

A+ A-

Piştî weşana romanê gelek pirs hatin, pirsên herî zêde jî li ser vê xalê kombûbûn. Tu çawa hat ser vê mijarê, belgeyên bingehîn tune, Ji wî re Azlî Dahaka dibêjin û ûû.. Min nedikanî ku ez yek bi yek bibersivînim. Lewre nivîsa vê romanê hinek bi jiyana min re jî têkildar e. Min dixwest ez vê mijarê wek bîrewarî yan jî vegotinê binivîsim. Lê jê re dem divê, mixabin hê jî pirs tên. Jiwê ez bi kurtî têkiliya jiyana xwe û vê romanê dinivisim.

 

1 - Min cara yekem salekî berê Erdheja Gimgimê (19.8.1966) ango 1965 pêncan destana Memê Alan ji devê  pisxaltiyê diya xwe Dengbêj Kalî (li çala Gimgim û Kanireşê bi nav û deng bû, li ser Youtubo jî heye.) bîhîstibû. Ez 14 salî bûm, di demeke bi raz de bûm, vê destanê bandoreke gelek mezin li min kir. Di guhê min de her dengê „Ha li yan e, ha li yan.. / Xortan Tor avêtin golê, tor  giran bû, kesî nekanî rake /Bang Memê Alan kirin wî hat rakir, di torê de caniyê surê derket. Dikanîbû rêya bi mehan di çen roj û çend şevan de bigirta... Berê xwe da bajarê Mexrîbê... Qesra Bavê Zînê qesra herî mezin bû li cihanê.... Sêsed û şêst û şeş derî ...“  çingîya, bi awayekî neyê ji bîrkirinê di bîra min de ma

 

2 – Piştî erdheja Gimgimê dewletê em xwendekar tev de li dibîstanên Lêman (leyli) belakirin. Em 12 hev şandin navçeya Manîsa  Demirci, Ilkogretmen Okulu. Dema min li wir dest bi xwendina çîrok û romanan kir, her di xewjîna min de nivisandina wê çîroka Xalê Dengbêj Kalî hebû. Ez di dibistanê de xwendekarekî serkeftî bûm. Notên min ji 8 an berjêr danediket. Di pola min de bi nave Kalender xortekî hebû, ji gundekî Salîhliyê bû, lê xwe nêzîkê me xwendekarên Kurd hîs dikir û bi me re bi taybetî jî bi min re hevaltî dikir. Ez di Matematik, dîrok û Psikolojiyê de tim ji wî re dibûm alîkar. Sal 1968 an betlaneyeke pênc rojan hebû. Bavê Kalender Haydar hat ku Kalender bibe, me pêş de jî çend caran hev dîtibû û silav li hev kiribû. Kalender jê re go;t „ez dixwazim ev hevalê min jî bi min re were mala me!“ Apê Haydar jî bi kêf got; „Dibe“

 

Em çûn gundê wan ê giredayiyê Salihliyê nêzikê kavilên bajarê Sardesê. Cîranekî wan wiha pirsîbû: “Ulan Kurt Haydar o genc de kîm?“ Du re ji min re gotin; „Kalikê me ji Rojhilat hatiye vira!“  Malbeteke bingeh Elewî bû, min xwe li wir wek mala xwe hîs kir. Rojekê Apo Heyder em birin nav kavîlên Sardesê, Ez di nava kavilên qesra Artemîsê de geriyam,  pir odeyê xwe hebûne, ji wan stûnên mermerî xuyabû ku qesreke bi heybet bûye. Goleke piçûk jî li pêş hebû. Bi carê ve hin beşên destana Memê Alan ya min ji Xalê Dengbêj Kalî guhdarî kiribû, hat bîra min; 366 ode, li ber devê deryayekê û li Rojava (mexrîb). Berpirsiyarî li wir dinêrî, li ser tîkaya Ap Haydar hin agahî dan me. Belê, min ji dersa dirokê navê Lidya bîhîstibû, lê zêde tişt nedizanî. Ez li wir fêrî gelek tiştan bûm.

 

3 – Sal 1969 an ji bi tevê hevalê xwe yê polê Abdullah çum mezreyeke Derbend a girêdayî Alaşehîrê, mezra wan bi qasê pênc şeş km ji Derbendê dûr bû. Du kal bi hev re bi zimanekî axivîn, min bi nûgerî pirsî; „Hûn bi rûmî diaxivin?“ wan gotibûn: „Na, em bi ledî diaxivin! Lê mixabin, bê me çend kalan êdî kes nizane!“ Min wê çaxê ti têkiliyekê di navbera „ledi û lîdî“ de dananî, yan jî ne di we têgîhîştinê de bûm. Xwişkeke Abdullah ya piçûk hebû, giştan jê re digotin: „Zeine“ Min jî ji Abullah pirsî; ka navê wê Zeyneb e? Wî jî wiha bersiva min dabû: „Na, navê wê  Ayşe ye, li ji ber ku bi tenê ye, em jê re dibêjin „Zeine!“

 

4 – Di sala 1970 yî de dibistanê 15 xwendekarên serkeftî wek xelatkirin em birin Kutaya cihê çiyan çedikin û Afyon  Koca Tepe ya qaşo Ataturk li wir dest bi şerê Grêkan kiriye. Li wir Em derketin keleha Afyonê (Hapunawa), Berpirsiyarekî wir li ser wê çalika di zinar de wek şûna lingê ajalekî dixuya hin agahî da me û çîrokên di nava gel de li ser we çalê dihatin vegotin jî ragihand, bi xwe jî mijara Hanahana, Tîlpû û Îşumu û pezkuviya vekir.

 

Sala 1971 an jî em birin Çanaqelê Anafartalarê gerandin.

 

5 – Tayîna min di sala 1972 de derket Gundê Beşkiz a girêdayî Sungurlu -Çorumê. Ji berku Bogazköy (Hatuşaş) nêzîkê me bû, ez gelek caran çûm wir û Derê Șêran re ketim nava Kavîlên Hatûşaşê û lê geriyam Jiwê jî, min ew derî ji bo derê Qesra rojê mînak girt, li gel wê li ser dîroka Hîtîtan, û serwerên wê agahiyên xwe xurtir kir.

 

Ji ber ku hevjîna min (bavê me pismamên hev in, di salên siyî de piştî kalikên me bi deste dewleta dagirker hatin kuştin, hevdu wenda dikin, di nîvê salên şêstî de hev nasin û ez bi domama xwe re zewicîm)

 

Dema em ji Çorimê diçûn Elezîzê bi Otobusê li ser Mucur (Micrim) Qeyserî û Darendeyê re diçûn Elezîzê, Ji wir jî diçûn Depê (Karakoçanê) Carê Otobusa me li Mucurê xera bû, em şeş heft saet li wir man, Me di derheqê bajêr de jî hin agahî girtibû. Em li Darendeyê jî li ber rastorantekê disekinîn, berê me li kela Sengabarê bû, min cara yekem wê çaxê min navê Sengabarê bihîstibû.

 

6 – Min di navbera 1975-1980 yî de jî li Depê (Karakoçan) mamostetî kir. Ez gelek caran bi tevê hevalan derketim dîhar û çûm keleha Xarpêtê geriyam, min li Mumya ku elezîzî jê re „Arap Baba“ dibêjin jî nêrî. Min agahiyên li ser keleha Xarpêtê ta wê demî girtibû.Ji xwe dema mirov li kelahê digere li ser hin levhayan dîroka kelahê nivisandiye. Hin broşûrên çîrokên li ser kelahê tê de hene jî li wir tên frotin.

Em çend caran jî çûn Paluyê û li keleha Palûyê geriyan. Me gora Șehîdê Bênav Menomeno jî ziyaret kir. Carê jî em komek hevalên mamoste çûn ber bendava Kebanê, me li wir masî xwar. 


7 – Ez havina sal 1978 jî piştî min dê u bavê xwe li gundê Baskan a girêdayiyê Gimgimê zîyaret kir,  Ji ber ku ez berê erdhejê ketibûm azmûnê Alparsaln Ilkogretmen Okulu, û min Azmuna dudyan de wenda kiribû, yek, ya dudyan jî min dixwest ez Wanê bibînim, Ez li ser Tuxê (Tatwan) re çûm Wanê, wê demê dostekî em birin Kela Tujpaye gerandin.

 

Bi gotineke kurt, xeta ku hin beşên romana Serwerê Med  Aştiyago  lê derbas dibe, cih bi cîh geryame, lê ne bi zanist û niyeta romanekê nivîsandinê, ne jî bi nêrîna demekê beşeke dîroka me li vir derbas bûye. Em bêjin çarenûsê em gihandin hev, yan jî rasthatineke bextewar e.


Belê ji ber têkiliya di navbera çiroka Newrozê û damezradina serweriya Med de hin agahiyên min hebûn, hima têra ramandineke wisa bikanim van cigehan bi mijarê re birûberînim, nedikir.

 

Têbinî: Ev cihên ku ez lê geryame, bê Çanakale Anafartalar, min xwe li ti cihê biyanî hîs nekir, ew dever bi min biyanî nehatin,  mîna ku ez bi kêmasî carê li vir jiyabim, yan jî geryabim, wisa bi min hat, têkiliya vî hestî xwe li ciheke nas û ewle hîskirinê çiqas bi baweriya rêkarnatsiyonê re heye nizanim. Lê mîna ku çûbim, cihekê ji berê ve dinasim be!.

 

8 – Mixabin derfetê min ê min bikaniya di nava sînorên Dewleta îranê de jî cihê roman li wir li ser lingê xwe rûdine tunebû,  Sipas ji bo dost û hevalên Rojhilat di gelek waran de ji min re bûn alîkar, li Aliyê din ez bi rojan li ser erdnigariya satelîtê rawestiyam.

 

9 - Li ser Mîtolojiyan jî min serî li gelek materyalan da, di destê min de jî hin Materyalên Almanî hene. Her wisa xebata Cimşîd Bender  û ya Ethem xemgîn jî.

 

Em werin çavkaniyan û nivîsandinê

 

1 - Min cara yekem di warê dîrokê de berhema Mehmet Emîn Zekî (wek qopîkirî /teksîr) di sala 1979 an de xwend. Di zivistan 1980 de jî berhema Minosky xwend.


2 – Dema 1980 hatim Almanyayê piştî fêrê Almaniyeke bikarim baş dêbigîhîjim, bûm, ji Pirtûkxaneya bajarê Frankfurtê û Indo û Germanische Institut a zanîngeha Goethe  dernediketim. Min beşên berhema Herodot yê bi Medan re têkildar li wir xwend. Her wisa xebata Detlef Fehling jî xwend. Dîsa gotareke li ser berhema Xanephon Kîropedya jî xwend, Dû re jî li ser jiyana wî berhem bi destxist û li ser wî nivîs amadkir. 


Di salên nodî de me Kovara AMARA derdixist, min di wê kovarê de Xanephon, berhemên wî û rexneyên li se wî  dabû nasîn 


3 – Ez di salên 1983-1985 an li ba Kultur und Jugendamt Hanau di demê Amator Teather Tagen de dixebitim. Komeke şanoyê ji Berlînê hatibû, wan bi navê Tomyrisa şanoyek amadekiribû, dema min sêr kir, dît ku Tomyrisa serê Kuroş jêdike, vê ez anîm kelecanê û Ez cardin çûm Pirtûkxana Frankfurtê (wê çaxê li navendê Zeilê bû) û min agahiyên li ser wê jî xwend.


4 - Gelek caran bi Etem Xemgîn re li ser mijara Medan û xwerû Rewşa Aştiyago û gotinên Herodot ketim nava gengeşiyan


5 – Destpêka salên 1990 Nemir Cimşît Bender hat Almanyaye, gelek caran bi wî re runiştim û li ser hin mijarên dîrokî ketim nava gengeşiyan. Tekiliya wî bi Prf. Saha Bulut ê ji muzeya Xarpêtê berpirsiyar hebû. Min hin peyvên Mîtaniyên ku îro jî di kurdî de tên bikaranîn ji wî girt û di berheme xwe ya bi navê „Kurdîzan“ de weşand.

 

6– Min li ser eşira Reşan /Reşkotan jî di gelek kovaran de hin gotar xwendibû, Herê dawî hin beşên xabata bi navê „Dîroka Kurdên Koçber“ ya Șoreş Reşî xwedibû, berê ku ez bi tevahî bixwînim Hevaleki bû qir, girt û bir çûyîn ew çûyîn cardin bi destê min neket. Gava di çapê de bû min di mala dostek de dît, lema neket nava çavkaniyan

 

7 – Dema Ew lêkolîna Rêzdar Ezizê Cewo ya di Amîda Kurd de derket û min her yek du car xwend êdî ew nêrîn û rastiya di mêjiyê min de cih girtibû hatibû testîqkirin ti gumana min nemabû. Li gel perçeyên Amade gihandina hev, dest girêdanê kir.

 

8 – Min li ser pêşniyaza Xerzî Xerzan Kîropedya bi wergera Almanî xwast, pirtûk niha di destê min de ye. Kîropedya pesninameye Kuroşê Persan e. Xanefon di her rewşê de bi neviyê Aştiyago bûyînê pesna wî daye. Lê ji bo yek gotinekî jî be, behsa bave wî Kambîsê virker nake. Her wisa behsa lehengek bi navê Key Xusro (Keyaxares) dike.

 

9 – Min careke din fersiyona destana Memê Alan ya gorbihuşt Nurettin Zaza Xwend.

 

10 – Min di dawiya salen heşteyî de li hin komaleyan semînerên diyalektîka materyalîst dabû. Di wan semîneran de gelek caran pirsên wek: „Grêkan, mijara diyalektîk  û yekitiya dijberan ji Medan/ Zerdeştiyê wergirtiye. Derketin pêşberî min. Min li ser vê mijarê jî nivîs amadekiribû, Dû re min ew jî sererast kir û bikaranîn

 

11 – Sal 2004 li dibistana min rojê xwendina çîrokan hebû, min xewna Aştiyago ya girtina rojê û li ber çavên wî xuyakirina Alyanîsê bi qasê rupel û nîv wek çîrokek ji bo zarokan amadekir û xwend. Dura min di romanê de hinek guherî


12 – Ji bo rojên çîrokan yê sala 2005 jî min çîroka Șumumu Lîlî ji bo zarokan amadekiribû û xwendibû

 

13 – Min di 2010 de Asoyê Dînan dinivisî, û min xwest ez têkiliyek di navbera Lehengê romanê Dergo û Medan de daynim, Lema min mijara şahêlya bûka Medan Alyanîsê dibir Medyayê bi qasê sê rûpel nivisîbû, Me paşê jê derxist. Ew beş hê jî di destê min de ye.

 

Têbinî II: Vê berhemê xwe bi min da nivîsandin, ez hîna jî di wê baweriyê de me, min tenê qelem bikaranîye.