1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Êrişa li ser Strek / Medya TV Peymana Parîsê û siya navdewletî
Êrişa li ser Strek / Medya TV Peymana Parîsê û siya navdewletî,êrişa,li,ser,strek,medya,tv,peymana,parîsê,û,siya,navdewletî

Êrişa li ser Strek / Medya TV Peymana Parîsê û siya navdewletî

A+ A-

 

 Fêrgîn Melîk Aykoç

Ev êrişa li ser Medya Kurdî ne êrişeke ji rêzê, giliyê çend kesan yan jî ji ber hin karên brokratîk e. Bi dîtina min; ev ne tenê dijminahiya Tevgera Azadiyê ye jî. Bingeheke vê ya dîrokî heye, kurt û kurmanci di bin siya bêbextiya dîrokê de  reng dide. Dema mirov bersiva van pirsan nede nikane bigîhîje hin rastiyan.

Em hinek derkevin geşta dîrokê. Di cihanê de bav û kalên me cara yekem hem jî berê mirovbûna mirovahiyê yanê 12 hezarsal berê li Girê Mirazan şarestaniyeke bê hempa afirandine. Em li wir; ji stêrnasiye bigire hetanî peykertraşi, huner, kedîkirina ajalan û çandina genim dibînin, Mixabin ku mirovahiya nankor dizane, lê naxwaze vê rastiyê bibîne!. Her çendi ew şaristanî bi carê ve ji ber çavan wenda dibe jî, şopên xwe li Girê Mezrê ya Merdînê, li Newala Çolî, li berpalê çiyayê Cîlo, Li Pertek, Milazgirê, li Rojava, Başûr  û Rojhilat xwe nîşanê me dide. „PIR BAŞ“ e, lê çima ew li wir man? Êrişên komên wehşetê hebûn, yan teşeyên gerdûni yên ji hişan der li cîhanê hat xezebê û ew mejî têk bir?.. Dema em wan şopên teşeyên ezmanî yê li devera Merdîn, Hekkarî, Dêrsim û li berpalê çiyayê Agirî dibînin, bi bersiva „dibekuyê“ re rû bi rû dimînin. Bes em şeşheft hezarsal dû re rastê şopên wê çanda qedîm yên di nava kavîlên şarestaniya Sûmeran, Lolan, Kasîtan, Sebariyan, Hûrî, Mîtanî heta digihîje konfederasyona Urartuyan û Medan de jî dibînin. Mîtaniyan ereba şer ya hespan „Maranya“ diyariya mirovahiyê kirin, ku em Serhedî hêjî wekî kalên xwe yên Mitanî ji tekeran re „MARAN“ dibêjin. Lê Asûran, Bîzans, Roma ta Osmaniyan bi vî çekî em ji qam xistin. Aşê bayê cara yekem li ser keleha Mêzgirê ji aliyê Urartuyan /Xaldiyan ve hate sazkirin, mixabin ku cihanê ev ji Faris û Afganan re malkirine û navê me yê payeberz ma paşvemayî û hovên çiyan. Ev xezeba kîjan bêbextiya cihanî yan jî navduwalî bû?

 

Têkçûnên me yên di bin siya hêzên biyanî de

 

Em dema li têkçûnên Hûrî, Mîtanî, Sobarî /Zebarî, Kasitan, Lolan, Urartu, Manan û Medan dinêrin. Bi hêsanî dibînin ku sê sedemên wan ên herî girîng hene,

1- Ev serwerîyên bav û kalan hemû di rengê konfederasyonan de ne. Mixabin ku Konfederasyon dikane zu ji hev bikevin. Ê hêzên yekdestî yan jî bi diktatoriya hêzekê bi xwîn rijandinan û çandina tirsê demên dirêj li pê dimînin.

2– Ev şarestaniyana herî kêm di bin êrişên sê çar hêzên talanker û êrişkar de ne.

3- Îxaneta navxweyî ya li ser bingehên berjewendiyên eşîrî. Mînak Mîtanî bi êrişên Fraonên Misrî, Xattî, Asûr û hin hêzên Kafkasî de ji qam dikevin. Hin eşîrên vê konfederasyonê jî, qaşo ji bo berjewendiyên eşîrî bi Asûran û bi yên din re tevdigerin. Em li Urartuyan mêzedikin ew jî ne serkariya hêzekê ye, rasterast konfederasyon e. Di bin êrişên Asûr û Skîtan de mane. Li aliyê din ji ber pîroziya Ardinî /Muşaşîr wenda neke bi Manan (ev der ji bo Manan jî pîroz e) re jî di nava şer de ne. Em li Medan dinêrin; ji aliyekî ve êrişên Asûran, ji aliyê din ve di bin êrişên Persan û îxaneta navxweyî, xwerû jî ixaneta eşîra malbata Taxmas Pada û zavayê Kambis I. Herpago de ye. Di dîrokê de her hêzên ku bi gelek aliyan ve rastê êrişan tê, bi îxanetek piçûk ve xwe ranagire û têk diçe. Mînaka di bin êrişên piraliyan de têkçûna heri balkêş mijara Sasaniyan e. Sasani bi dehan salan li rojava bi Bîzansan re li rojhilat bi Göktirkan re di nava şer de bûn û di van şeran de bê hal ketibûn, lema nekanîn li hemberê çar çeteyên xwînxwarên tecavuzkar yên girêdayiyê Ömer bin Xatabê Ereb de bi serkevin û wan ji wê xakê biqewitînin. Eger xwedanê hêza xwe ya berê bana, dikanîn hetanî misrê Ereb û ideolojiya wan bi erdê ve bipelixandana. Kurt û kurmanci eger welatekî ji hin aliyên ve rastê êrişan were, li gel wê di nava wan de hevalbendên dagirkeran hebe, ew di encamê de ji hev dikeve û têk diçe. Bi giranî rewşên serkarî û mîrîtiyên Kurdan, piştî Medan pê ve jî her ev bû. Tişta herî xirab malik li Kurdan sot jî, ew ideolojiya ereban bû, wê ideolojiya wehşetê bîr û baweriya qedim ya Kurdistanê ser û bin kir, hevîrê bîra me herimand û em parçe parçe man.

Ev mijareya êriş û têkçûnê, mijareyeke gelek berfireh e. Di rastiyê de ev parçeyeke mijara evîna têkçûnê ye. Yên bîra wan bi îdeolojiya ereban hatibe herimandin, ew êdî dijminê xwe koleyê mejiyê ereban e. Yanê yê ku mala me şewitandiye bîr û bîrdoza biyanî ye. Dagirkerên Tirk li ser vî bingehî em hê bêtir herimandine. Kurdên di bin siya çepgir, rastgir û îslamîstên wan de jî, bi çavên faşîzm û sövenîzma tirkan li Kurdan dinêrin, heta gelek caran ji wan bêtir ji Kurd û kurdayetî nefret dikin.

 

Konsesusa piştî şerên cihanê

Em piştî şerê cihanê yê yekem dinêrin, nexşeya Rojhilata navîn ji nû ve bi aliyên Îngîlîz û Fransizan ve  ku wek lihevkirina „Sykes – Pîkot“ tê zanin, hatiye dabeşkirin. Lê di nava vê nexşeyê de navê Kurdistanê weke parçekeyek piçûk jî tine. Di peymana Parîsê ya sala 1919 hate imzakirin de, behsa Ermenistanekê mezin tê kirin, lê dema mijara Kurdistanê vedibe, yên tevê vê peymanê bûne xwerû   Fransiz û Înigiliz, nûnêrê Rusan, bêguman peyayên Osmanî û Persan tev bi hev re, damezrandina Kurdistanê weke felaketeke heri mezin ji bo Rojhilata navîn dibînin, pêşî lêgirtinê weke erkeke dîrokî dinirxînin. Li ser vê bingehî dest nedan sînorê Osmanî û Persan ya ku di peymana Qesr-î Şîrin de hatibû destnîşankirin. Heta li ser wê bingehê parçeyê Kurdistanê yê di bin perê Osmaniyan de bi dewletên maryonet Iraq û yek jî bi Sûriyê ve girêdan. Îngiliz Serhildanên Başûrê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê têk dibe. Di ruxandina Komara Kurdistan /Mahabadê de rola bingehîn Îngilîz û Rus dilîzin. Fransiz beşeke Bakur û Rojava, Îttahat Teraqî -Kemalîst jî li Bakurê Kurdistanê ji Qocgîrîyê detpêdike hemû serhildanan bi awayeke hovane di nava xwînê de difetisînin. Rusya jî Artvîn û Ardahanê wek diyarî dide Tirkiyê, ji berku tiliya wan jî di peymana Parîsê de hebû.

Di serhildana Şêx Mehmud Berzencî de, hin eşîrên li Behdînan yên bi fermana hêzên Îngiliz pêşî li alîkariyên ji Bakur ji bo serhildana Şêx Mehmud Berzencî tê digirin, Dengbêjeke dilsotî wê demê sitrana „Şêxê Zirav“ (Kawîs Axa di radyoya Erîvanê ya Kurdî de distira.) Di stranê de li ser vê pêşî li alîkariyê girtinê ev hevok derbas dibe: „Ji Bakur „Turkan“ (Turkan: ji bo Kurdên bakûr hatiye bikaranîn) alîkarî nayê Kurd xayîno! Pîuuuuu!“ Di destpêkê de navê eşîran tê bikaranîn, lê dû re tê guhertin û wek „Kurd xayîno!“ tê gotin. Hê îro jî di ti weşanên Radyo û TV yên Başûr de ev stran tine, yanê qedexe ye. Çima min ev mînak da, lewre li Bakur, Rojhilat û heta li Rojava jî hê hin eşîrên bi helwesteke cahşitiyê bi dagirkeran re tevdigerin hene. Em dîsa vegerin ser peymana Parîsê; ev peymana Parisê ya 1919 an hatibû imzakirin hê îro jî bingehê hemû êrişên li ser Kurdistanê, hêz û saziyên Kurdan e. Dewlet û derdorên ku bi vê peymanê ve girêdayî ne, tenê ji bo veşartina paşxana vê peymanê, yanê ji bo xapandina bala giştî partî yan jî hêzên Kurd yên kijan parçeyî dibe bila bibe, wek derê qanûnî û terorist bi nav dikin.

Li vir hewldana min ne ew e ku ez vê tevgera Kurd a Bakur bipesinînim, yan jî paqij derxim, hedefa min tenê û tenê piçek vekirina rastiyan e û helwesta dewletên Eropî ya li hemberê Kurdan vekirine. Em dema qedexeyên li ser sazî, komel û dezgehên ku nêzê xeta PKKê ne lêdikolin, dibînin ku ev qedexeyana ne ji ber helwesta PKK, çalakî û reaksiyonên Kurdan ên li Ewropayê ne, lewra tiştên münferit ne têde, çalakiyên wan bi giranî di nava çarçoveya qanûnên Ewropî de dimeşin. Yanî ew serdagirtin û qedexeyana li ser bingehê Peymana Parîsê rûniştine. Ewropî di her serîhildana Kurdan de weke gefxwarinê vê peymanê bi bir dixe.

Em hinek rûpelên pêvajoya qedexeya PKK ya li Almanyayê wergerînin. di 19ê Gulana 1993 an de li Bonnê meşeke tevahiya kom û komikên Bakurê Kurdistanê bi hev re organîze kiribûn, hebû. Eynî rojê li bajêrê Almanya Solingena nêzîkê Bonnê maleke Tirk hate şewitandin, çapemeniya Tirk her hewl da ku wê li Kurdan barbike, daku bikane vê yekîtiya kurdan ji hev bela bike û navê Kurdan bi rengekî din nîşan bide ku aligirên Peyman Parîsê jî her piştgiriya vê yekê kirin. Heman salê di meha Elûnê de li Stadyuma Frankfurtê festîvala Çanda Kurdistanê hebû. Serkariya Alman soz dabû ku berpirsiyareke dewletê ji bo peyamdayînê bişine festîvala çandî, lê nehat. Eynî salê di wan mehên payîzê de li bajarê Almanya wek Wîsbaden û hin bajarên din qehwexane û hin cihên kar ên Tirkan hatin şewitandin (piştî lêkolînên saziyên Alman zelal bû ku ti tekiliya wan şewatan bi Kurdan re tine.) Serkarên Tirkan ev lîstikên osmanî bikaranîn û ji Natoyê xwest ku qedexeyê dayne ser xeta PKK. Dema li Almanyayê qedexeya PKK ê hat danîn, Wezîrê karê Hundir M. Kanter boneye qedexekirinê wiha ragihandibû: „Ji ber ku PKK li hemberê hevalbendê me û endamê Natoyê şîdeteke terorîstî bikartîne... Me biryara vê qedexeyê girt!“ Yanî qedexe li ser daxwaziya Natoyê bi gotineke din li ser bingehê xalên Peymana Parîsê ya sala 1919 hatibû dayîn. Rayedarên dewleta Alman ji bo porkirina tewanên xwe jî, dema derdiketin televizyonan, Kurdek dijberê PKKê jî bi xwe re derdixistin wê bernameyê, daku bikanin nişan bidin, ew ne li dijê Kurdan li dijê wê tevgerê ne û vê bi wî Kurdî bide testîqkirin.  Axx! Tamara xayîn!...

Baş tê zanîn ku DAIŞ jî projeyeke welatê Natoyê bû, lewre li dij piştgiriya Tirkiyê ya ji bo Daişê derneketin, heta ew teşvîk jî kirin, yan jî bi rêya Tirkiyê alîkarî dan Daîşê. Minak bi sedan Daişiyên li Almanyayê, her çendi li wan dihat gerin jî nehatin girtin û li ser Tirkiyê re şandin Suriyê.

 Pişti referandûma Başûr hêzên hevpeymanê biryara referandûma başûr pesend nekirin, heta bi aşîkarî red kirin, xwerû Rayedarên Amêrîqayê ji wan xwestin ku vê rawestînin, lê di bin ve bi rêya Tirkiyê ev li vê mijarê sorkirin. Di encamê de bi wê mabestê rê dan êrişên hêzên paramîlîter yên bi Îranê ve girêdayî. Rewşa Kerkükê ya bi wê mijara referandûmê re derket pêş, îro li ber çavan e, peyder pey weke Musilê demografiya Kerkükê jî dest bi gühertinê kiriye. Ev jî rasterast li ser giyana Peymana Parîsê dimeşe. Bi gotineke kurt û kurmancî; di her aloziyên li Rojhilata Navîn de hin dewletên Ewropê ku Amêriqa jî niha di nav de mîna Peymana Parîsê bi bîr bixin, berê bala gişti bidin aliyeke din bi wê mabestê di ser saziyên Kurdan de digirin.

Ev bû çendî û çend car êrişê Medya Azad dikin! Em li vê êrişa dawiyê binêrin, ka li ser kijan bingehê bêbext pêkhatiye:

1- Aloziya Gaza û Îsraîlê heye. Di vir de Ayetullahên Îranê hêzên paramiliter û derdorên bi wan ve girêdayî di hin waran de li pêş wan pirsgirêkan derdixin, ji wê dixwazin Iraqê hinek ji Îranê dûr bixin (Minak; ji nû ve rengvedana têkiliyê Iraq û Saudî û têkiliya bi Tirkiyê re).

2– Erdogan çû Iraq û Başûrê Kurdistanê, wê biçe Amêrîkayê jî. Pirs: Çima Erdogan berê biçe Amêrîkayê çû Iraq û Başûrê Kurdistanê û neçû welatekî din? Hîkmeta vê çiye? Têbinî; hê jî kes û komeke bikane ji Erdogan çêtir xizmeta Natoyê bike tine, ji ber ku hê pediviya wan bi mîsyona wî heye û ev serdan jî nîşaneya wê ye. Li gel wê xwerû jî dixwazin tekiliya Tirkiyê û Rûsyayê ya heyî qut bikin.

3– Bi carê ve serokwezirê Alman çû Çînê û serokkomarê Almanyayê jî çû serdana Tirkiyê (ne cejn e, ne seyran e, gelo çima di vê demê de?)

A di vê pêvajoyê de polêsên Belçîkayê bê biryareke dadgehên xwe (Bi bîr xistin; navenda Natoyê li Belçîkayê ye) di vê pêvajoyê de di ser Sterk û Medya TV ê de girtin.

Di rasiyê de ev mijara Peymana Parîsê ya ku ji bo biryara li ser Kurd û Kurdistanê pêkhatibû, hêjayê lêkolînên berfireh û têzên doktorayê ne. Lê wisa bi kurtî bi birxistin bes e.