1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. ÊŞA ME JÎ DIDIZIN
ÊŞA ME JÎ DIDIZIN,êşa,me,jî,didizin

ÊŞA ME JÎ DIDIZIN

A+ A-

 

Mahabad Felat 

Gelek caran hatiye gotin ku dagirkerên Kurdistanê, dijminên gelê kurd ji me çi dizîne, çewa dizîne.

Ziman, çand, folklor, kevneşopî, pîrozbahî, pîrozî, nirx, rûmet, nav, muzîk, cilûberg, çîrok û çîrvanok û mamik, gotinên pêşiyan û hema her tiştên me yên an nekarîne tune bikin, manîpule kirine û dizîne, an jî bi kêrî wan hatiye, nexwestine tune bikin, lê dizîne û li ser rûniştine. 

Her tiştê bê dizîn, heya nifşekê, herî zêde du nifş dikare wekî dizî bê dîtin û nirxandin. Lê teqez nifşa sisiyan, ji ber ji bav û kalê xwe girtiye, êdî bi psîkolojiya xwedîtiyê, li wê tişta bav û kalên wî dizîne xwedî derdikeve. Zanibe rastî çiye jî, ji bo nixumandin, wendakirin û manîpulekirina wê rastiyê çi pêwîst be dikin û pêre xwe jî manîpule dikin, ji derewên xwe bawer dikin. Bi wê baweriyê îcar zarokên xwe mezin û perwerde dikin. Ew zarokên bi wî rengî hatine perwerdekirin êdî ji wê “rastiyê” bawer dikin û ew dibe rastiya wan a li ser û di nav de mezin bûne.

Piştî wê, ji bo yên diziya wan, a bav û kalên wan hatiye kirin, êdî ji kambaxiyê pêve tu tiştekî din nîne. An wê ji dizên bav û kalan û derewên wan bawer bikin û xwe û jîyana xwe jî li gor derewên wan bihonin, di nav demê de ew jî di nav wan derewan de wenda bibin, bibine parçeyeka wê diziyê û wan derewan, an jî wê li mîrateya bav û kalan, li nirx û rûmetên xwe yên li ser şîn bûne, nav û reng û teşe girtine xwedî derkevin, li ber xwe bidin, ji bo wan têbikoşin.  Ev jî di rewşa bindestiyê û bêderfetiyê de giyaneka lehengî divê. Wêrekî û dilekî mezin divê. Girêdan û evîneka kûr divê. Ji bo van jî zanîn û têgihiştin divê. Xwenasîn, dîrok û çîroka xwe nasîn, dijmin û dagirkerên xwe nasîn, diziya wan û rengê dizî û derewên wan zanîn divê. Lixweveger û biserhişêxwevehatin divê. Ji gêjiya di nav gemara dagirkeriyê de rizgarî divê.  

Ev nebin çi dibe?

Ji bo dijmin û dagirkeran deriyê diziya herî kambax, herî malxirab, herî bi bandor vedibe û ji wî derî êdî êşa me jî didizin. Dema êş jî hat dizîn, êdî tiştekî din namîne. Lewra di bêderfetiya herî mezin û rewşa herî giran de, êş çirûskeka agir e. Bişewitîne jî, biêşîne jî, ronahî ye êş û mirov dema mirov bi dû êşa xwe ket, aha wê demê mirov dikare rêya xwe bibîne û xwe ji nû ve vejîne. Lê ku ew çirûsk jî bê dizîn?

Dema mirov hay ji êşa xwe nebe, êşa xwe nebihîze û bi êşa kesên din biêşe, hest û hemû bihîstyariyên mirov hatine manîpulekirin û mirov çirûska xwe wenda kiriye. Zilûmat e êdî û di vê tariyê de êdî her tiştê rû bide, wê bêyî daxwaz, vîn û dîtina te rû bide. Wenda yî êdî.

 

Em hebûneke civakî ne, mirov in. Dikarin bi hev û bi hev re hebin. Bê guman em ê li ser êşên hev û du jî biêşên, rondikan bibarînin, bikine çirûsk ji xwe re û li ser bi pêş bikevin. Lê dema tu kesek li ser êşa te neêşe, nebe hevparê êşa te û tu jî xwedîtiyê li êşa xwe nekî, nebihîzî, nebînî, aha wê demê giriyên li ser êşa kesên din, ji mirinê jî xirabtir e, lew jixwebidûrketin tunebûna herî kambax e. 

Lewre mirov wê demê devê tivinga ji dijminan hatiye girtin bi hêsanî dikare bike sînga birayê xwe. 

Lewra wê demê mirov bi hêsanî dikare çîrokên xwe wergerîne zimanê dagirkeran, muzîka xwe bi zimanê dagirkeran bêje, dîroka xwe bike malê dagirkeran, deriyê mala xwe bi destê xwe li dagirkeran veke û di mala xwe de xulamiya dagirkerên xwe bike û bi ser de, bi vê jî serbilind bibe. Bêyî mirov pê biêşe ka çima zarokên me ji diz û dagirkerên me re dibêjin dayê û bavo. 

Ma êdî namûs çiye?

Te êşa xwe wenda kiribe, te ne tenê çirûska xwe, lê te pêre namûsa xwe jî wenda kiriye. Lewre namûsa herî mezin êşa mirovan e. Divê kesek nekaribe ne nêzîk bibe, ne pê bilîze. 

 

2023/10/18


Gotinên miftehî :