1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. “ÊZDÎXAN” AN “ÊZDÎXANE”?–K’ÎJAN JI VANA R’AST E Û TÊ ÇI WAT’EYÊ?
“ÊZDÎXAN” AN “ÊZDÎXANE”?–K’ÎJAN JI VANA R’AST E Û TÊ ÇI WAT’EYÊ?,êzdîxan,an,êzdîxane,k,îjan,ji,vana,r,ast,e,û,tê,çi,wat,eyê

“ÊZDÎXAN” AN “ÊZDÎXANE”?–K’ÎJAN JI VANA R’AST E Û TÊ ÇI WAT’EYÊ?

A+ A-

Li ser xwesteka “Çima bi navê me jî axek cuda nîne?” hinek di nav me da gihîştine asta absûrdê ya nebînayî...

Wek ku tê zanîn, k’urdên êzdî, wek p’arç’eyekî net’ewa k’urd, di K’urdistanê da li ser herêmeke cuda nînbne, ya ku bi navekî cuda bûya, ji ber ku heya çenda bavan berê k’urd li seranserê K’urdistanê bi p’ir’anî êzdî bûne. Ango, eger behsa wlatê êzdîyan tê kirin, ew K’urdistane...

Îjar li ser bingeha hestên cudaxwazîyê (û ev jî li ser bingeha helwesta hinek r’êvebirên k’urd ên îslamî çêbûne–wek helwesteke li dijî wê) hinek ji xwe r’a bi şêwazî navekî ger’yane û, ji ber nevekî dinê nedîtine navê “Êzdîxan” (hinek jî dibêji – “Êzdîxane”) derxistine holê.

Helbet, eger di sînorên K’urdistanê da herêmeke xur’û bi k’urdên ê’zdî hebûya û ewê herêmê mafên xweserî bi dest banyana, mirov dikaribû navekî ji wê r’a bidîta, wek: “Êzdîana”, “Êzdîstan”, “Êzdîav”, an navekî dinê, lê ne “Êzdîxan” an “Êzdîxane”.

Çima?

Ji bo vê her sedemek heye: di k’urdî da paşdaçeka –xane tê wat’eya cîhê ne zêde berfireh, ê di nav çar dîwaran da (hemberî peyva xanî bikin!), wek: mêvanxane, xwarinxane, werzêşxane, çekxane (cebirxane), sêwîxane, nexweşxane, dermanxane, dirûnxane û yên dinê. Û, ji bilî vê, kal û bavên me, dema gotine êzdîxane, mabesta wan ne ku war û meskenê êzdîyan, lê civakawana bûye. Û dema gotina êzdîxana serhedê, êzdîxana Ermenîstanê, an yeke dinê, mabesta wana civakên êzdîyan ên wan deveran bûye. Gelê me, wisa jî ji civaka mirîdan r’a gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan.

Hew!

Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane û misulmanî, mabesta wan du civakên (beşên) gelê k’urd bû – civaka k’urdên êzdî û ya k’urdên misulman.

Û di r’astîya xwe da, ya ku heye, ev e!

Naha ser pirsa çima paşdaçeka –xane li vir ne ku bi wat’eya cîh, lê wek a civakê tê bik’aranîn?! – Li vira du bersîv dikarin hebin:

– wisa dibe, ku di gelek zimanan da wat’eya p’eyvekê firehtir dibe, anigo bi wat’eya wê ya bingehîn r’a wisa jî wateyeke dinê dert holê, û ev jî yek ji wan mînakan e;

– an jî, ev daçeka t’enê hevjêwazîyê daçeka –xane ye, û divê mirov bi lêger’înên zanistî bibîne, k’a bingeha wê ji k’u tê.

Lê her çi jî hebe, di p’eyvên êzdîxane û mirîdxane da daçeka –xane wat’eya xwe ya cîh û cîgeh nîne, li vir waateya wê civak e!..

12. 04. 2015