Rojnamevan Silêman 7 mehin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin
Rojnamevan Silêman 7 mehin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin NAVENDA NÛÇEYAN Ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 211 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse. Edîtorê beşa Erebî ya ajansa me Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 211 rojin agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa me de wek edîtor dixebite. Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan. Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêmê ve di derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin. Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got: “Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.” Herwiha parêzer Nerîman got; “Piştî ku em hatin astengkirin, me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet. Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.” Herî dawî 2’yê Çileya 2024’an tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan. Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin. Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadwer. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.
Serokkomarê berê yê Fransayê: Komkujiya Parîsê operasyonek dewleta Tirk bû
Serokkomarê berê yê Fransayê: Komkujiya Parîsê operasyonek dewleta Tirk bûSerokkomarê berê yê Fransayê: Komkujiya Parîsê operasyonek dewleta Tirk bû ROJNEWS Serokkomarê berê yê Fransayê Françoîs Hollande têkildarî qetilkirina sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê, diyar kir ku ‘operasyonek’ bi destwerdana dewleta Tirk bû. Serokkomarê berê Françoîs Hollande 15’ê Gulanê roja Çarşemê li kampusa Zanîngeha Bretagne Sud a li bajarê Lorîentê ji 300 xwendekarî re li ser parastina Ewropayê axivî. Di konferansê de xwendekarekî Kurd bi bîr xist ku di Çileya 2013’an de sê jinên Kurd ên şoreşger hatin qetilkirin û li destwerdana dewleta Tirk pirsî. Françoîs Hollande diyar kir ku rewşek ji destwerdanê jî wêdetir e û got: “Ev rewş gelekî cidî ye, ji ber ku operasyoneke welê bû ku em baş nizanin bê kîjan qedemeya dewleta Tirk biryar li ser dabû. Lê belê eşkere ye ku ji bo kuştina Kurdek li Fransayê xwedî kesayetek gelekî xurt bû, destwerdana operatoran hebû.” Hollande bi vê gotinê bal kişand ser yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz û got: “Ev yek bi rastî jî destwerdaneke dewleteke biyanî bû ku endamê NATO’yê ye û bernamzetê Yekîtiya Ewropayê ye.” Hêjayî gotinêye ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin.